SOHR: Di serê girîtgeha Hesekê de 102 kes hatine kustin, hejmar hîn zêdetir e...

23 rêbendan 2022 17:01
SOHR: Di serê girîtgeha Hesekê de 102 kes hatine kustin, hejmar hîn zêdetir e...

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şer û pevçûnên zîndana Hesekê ku piştî serhildana terorîstên DAIŞê roja 20ê Çileyê dest pê kiribû, îro di roja çarem de berdewam dike û hejmara kuştiyên şer bi ser 100 kesan ketiye. Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi wesayîtên zirpoş, cebilxane û êrîşên asmanî piştgiriyê didin HSDê di vî şerê dijî terorîstên DAIŞê de.

HSD bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hewla kontrola rewşê û desteserkirina çekdarên reviyayî dike û di encamê de ev çar roj in şer û pevçûnên giran rû didin.

Li gorî zanyariyên dawî yên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) heta niha 102 kes hatine kuştin, 61 kes ji DAIŞê, 34 ji hêzên HSD, pasevanên zîndanê û dijeterorê û 7 kesên sivîl hatine kuştin.

SOHRê daye zanîn ku hejmara rast a kuştiyan ji vê zêdetir e, ji ber ku çarenivîsa gelek kesan ji her du aliyan nayê zanîn, ligel wê jî hejmareke mezin ji birîndarên ku rewşa wan giran hene.

Li gorî daxuyaniya dawî ya HSDê 17 şehîd û 23 birîndarên şervanên HSD, Asayîş û karmendên girtîgehê hene û 89 DAIŞiyên reviyabûn jî hatine desteserkirin.

Dîsa li gorî amarên ne fermî yên çavkaniyên herêmê jî heta niha di wî şerî de herî kêm 123 kes hatine kuştin ku nêzîkî 80 ji wan çekdarên DAIŞê ne.

Tê ragihandin ku li Hesekê û dorûbera girtîgeha Xiwêran ji ber êrîşa DAIŞê û şer û pevçûnan bi hezaran kes ji malên xwe derketine û ber bi cihên ewletir ve çûne.