SOHR: Di 24 saetan de li Sûriyê 15 çekdarên Îranî hatin kustin
29 hezîran 2020 01:57
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di nav 24 saetên dawî de di encama bombebaranan de 15 çekdarên bi ser Îranê ve hatine kuştin.
SOHRê diyar kir ku 2 balafirên guman tê kirin ku yên Îsraîlê bin, li Rojhilatê Sûriyê nêzîkî sînorê Iraqê du caran çekdarên bi ser Îranê ve bombardiman kirine.
SOHRê da xuyakirin ku di encama du bombebaranan de 15 çekdar hatine kuştin.
Balafirên Îsraîlê beriya niha êrîşî baregeh û bingehên milîsên îranî li Sûriyê kiribûn û hejmarek kuştî û birîndar çêbûbûn, lê belê heta niha Îranê ti daxuyaniyek derbarê wan êrîşan de nedaye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
SOHR: Tirkiyê 150 çekdarên ên Sûriyê derbasî Libyayê kir
08 sbt 2022
Cîhan
SOHR: Balafirên Rûsî di 24 saetan de 76 êrîsên asmanî li Sûriyê kirin
19 adr 2021
Jiyan
SOHRê hejmara çekdarên Îranî yên di mehekê de hatine kustin eskere kir
05 îln 2023
Jiyan
SOHR: Çekdarên nenas êrîsî navendeke rejîma Sûriyê kir
02 hzr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin