Slovakya biyar da ku 35 dîplomatên Rûsya ji welat derxe

31 adar 2022 01:11
Slovakya biyar da ku 35 dîplomatên Rûsya ji welat derxe

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Slovakyayê biryarê da ku 35 dîplomatên Rûsyayê yên ku di konsulxaneya Rûsyayê ya Bratislava de dixebitin wan bişîne welatê wan.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Slovakyayê TASR ragihand ku wezareta karên derve ya Slovakyayê bangî serkonsulê Rûsya yê Bratislavayê Igor Bratcsikov kiriye û jê re gotiye bi sedema ku îhlala Peymana Viyanayê kirine, biryara derxistina 35 dîplomatên Rûsyayê dane.

Serokwezîrê Slovakyayê Eduard Heger mijarê weha ragihand:

“Dema em li têkiliyên xwe û Rûsyayê dinêrin, 35 dîplomat hem ne lazim bûn û ji bo me rîskekî mezin bûn.”

Slovakya di 14 ê adarê de car din biryara derxstina 3 dîplomatên Rûsyayê dabû.