Sivanekî 20 salî bi êrîsên Îranê birîndar bû

11 tîrmeh 2019 20:34
Sivanekî 20 salî bi êrîsên Îranê birîndar bû

PeyamaKurd – Di encama topbara îro ya hêzên Îranê de ku bi ser herêma Kurdistanê de şivanekî bi navê Ebabekir Xerîb Ûmer ê temen 20 salî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê şivanê Kurd li devera Sîdekanê birîndar bûye ku bi xwe xelkê Akrê ye û bi mebesta çêrandina pez çend meh in mala xwe biriye zozanên wê deverê.

Herwiha topxaneyên Îranê topbarankirina deverên sinorî yên navçeya Biradost û Hacî Omeran didomînin û agir bi rez û bîstanên gundîyên wê deverê ketiye.

Qeymeqamê Soranê Kirmanc Îzet ji K24ê  re ragihandiye, heger topbaran û bombardimana Îran û Tirkiyê berdewam be, hemû gundên ser sînor dê çol bin, lewra tenê di du rojan de yek şehîd bûye û sê kes jî birîndar in.

Kirmanc Îzet got, “Çend sal in rewşeke neakincî li van sînoran durist bûye û ji bilî zîyan gihandinê bi xelkê sivîl, ji alîyê sîyasî û serbazî ve ti guhertin çênebûye, lê divê PKK û opozisyona Îranê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin. Di heman dem de bi bîyanû ya hebûna wan hêzan welatên derdor zulmek mezin li herêma Kurdisatanê dikin. Duhî jî bi egera topbarana Îranê li devera sînorê nahyeya Sîdekan keçek bi navê Zeytûn Qadir şehîd bû û du birên wê jî birîndar bûn.”