Siûdiyê êrîsa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê sermezar kir
16 nîsan 2021 15:29
PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Siûdiyê, êrîşa Çarşemê ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û weke “êrîşeke sitemkar” bi nav kir.
Li gor Wezareta Karûbarên Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de dibêje: “Em bi tundî êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”
Herweha da zanîn, bi hemû şêweyê wê êrîşa sitemkar red dikin û weke gefekê li ser aramiya Iraqê û navçeyê, çûnûhatina balafirvaniyê û hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê binav kir.
Wezareta Karûbarên Derve ya Siûdiyê eşkere dike, ew bi temamî piştgîriya xwe ji bo Iraqê tekez dikin û hemû şêwazên tundûtîjî û terorê red dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gest hatin rawestandin
23 gln 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin