Li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gest hatin rawestandin
23 gulan 2022 15:36
PeyamaKurd – Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê diyar kir, ji ber hatina bahoza tozê ku bandor li asta dîtinê kiriye, geştên esmanî hatin rawestandin.
Li gor Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar daye zanîn, ji ber hatina pêla tozbarînê û kêmbûna mesafeya dîtinê, geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro ji saet 08:00 hatin rawestandin.
Herwiha eşkere kiriye, dema pêla tozbarînê asayî bibe, li gor lîsteya diyarkirî, geştên li balafirxaneyê wê asayî bibin.
Pêla tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye û Rêveberiya Keşnasiyê ya Iraqê destnîşan kir, tê pêşbînîkirin ku bi îro êvarê re, pêla tozbarînê ber bi nemanê ve biçe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di Cejna Qurbanê de nêzîkî 150 hezar gestiyar hatin Hewlêrê
20 hzr 2024
Jiyan
Gestên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hatin rawestandin
07 rbn 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin