Sîstemên Patriot dê li Meletiyê werin bicîhkirin
Tirkiye ji bo xurtkirina şiyanên parastina hewayî gaveke nû diavêje, ji ber pêşketinên ewlehiyê yên li herêmê. Di çarçoveya vê yekê de, hatiye ragihandin ku pergalên parastina hewayî û mûşekî yên Patriot dê li Meletiyê werin bicihkirin.
RûpelNews - Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku sîstema parastina hewayî û mûşekî ya Patriot dê li Meletiyê were bicihkirin.
Wezaretê diyar kir ku ev sîstem dê ji Almanya were anîn û dê wekî bataryayek yekane bixebite.
Di daxuyaniyê de teqez li ser wê yekê hat kirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hemû tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya welêt digirin û ji ber pêşketinên dawî yên li herêmê ewlehiya sînor û qada hewayî bi baldarî tê şopandin. Hat destnîşankirin ku di vî warî de têkiliyên bi NATO û welatên hevalbend re jî berdewam dikin.
Her wiha Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku ji bilî tedbîrên neteweyî, NATO tedbîrên xwe yên parastina hewayî û mûşekî zêde dike û ji bo piştgiriya parastina qada hewayî ya Tirkiyê dê sîstemeke Patriot li Meletiyê were bicihkirin.
