Sîstemeke din a Patrîotan li Edeneyê hat bicihkirin
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku bi mebesta ewlehiyê sîstemeke din a Patrîotan li Edeneyê hatiye bicihkirin.
RûpelNews - Enqerê derbarê şerê Îsraîl-Amerîka-Îranê û sîstemên parastina moşekan yên Tirkiyeyê de daxuyaniyekê da.
Di daxuyaniyê de bal hat kuşandın ser girîgiya rênimayên ewlehiya vî welatî û hat tekezkirin ku hemû çalakiyên li Bingeha Hewayî ya Încîrlîkê li gorî mafên serwerî yên Tirkiyeyê tên meşandin.
Sîstemeke din a Patrîotan li Edeneyê hat bicihkirin
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Ji bilî tedbîrên ku di asta neteweyî de ji bo misogerkirina ewlehiya hewafezahiya me û welatiyên me hatine girtin, sîstemeke din a Patrîotan, ku ji aliyê Fermandariya Hewayî ya Hevpeymanan a li Ramstein, Almanyayê ve hatiye bicihkirin, li Edeneyê li kêleka sîstema Patrîotan a Spanî tê bicihkirin."
Ji hêla din ve hat destnîşankirin ku projekteya balîstîk a ku di 13ê Adarê de ji Îranê hat avêtin û ketibû nav xaka Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastina hewa û moşekî yên NATOyê ve hatibû bêbandor kirin, lêpirsîn berdewam e.
