'DYA dixwaze mûşekên hîpersonîk li Rojhilata Navîn werin bicihkirin'

30 nîsan 2026 14:56

Tê îdiakirin ku CENTCOMê daxwaza bicihkirina mûşekên Dark Eagle (LRHW) li Rojhilata Navîn kiriye.

'DYA dixwaze mûşekên hîpersonîk li Rojhilata Navîn werin bicihkirin'

RûpelNews - Tê îdiakirin ku Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) daxwaza bicihkirina mûşekên hîpersoîk ên 'Dark Eagle' (LRHW) li Rojhilata Navîn kiriye.

Di raporteke ajansa medyayê ya amerîkî Bloombergê de, ku xwe dispêre çavkaniyên nêzîkî mijarê, hat îdiakirin ku CENTCOMê daxwaza bicihkirina mûşekên hîpersonîk ên 'Dark Eagle' ên çêkirî li Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn kiriye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku tê texmînkirin ku mûşekên hîpersonîk ji bo bikaranîna di pevçûnên Rojhilata Navîn de hatine xwestin da ku "li dijî platformên avêtina mûşekên balîstîk ên kûr di nav Îranê de lêdanê bikin" û ku biryara derbarê vê bicihkirinê de ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bicihkirina mûşekan li herêmê dê bibe cara yekem ku DYA mûşekên xwe yên hîpersonîk bi cih dike.

Rexneyên "operasyonel"

Mûşeka hîpersonîk a "Dark Eagle" (LRHW) ji ber ku li gorî versiyonên ku ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatine pêşxistin "ne bi tevahî operasyonel" e, hatiye rexnekirin.

Tê zanîn ku DYA sê bernameyên cuda hene: "Dark Eagle", "ARRW" (AGM-183A) û "HACM" (Hypersonic Attack Cruise Missile).