Sîstemên berevaniyê yên Amerîkayê li Iraqê mosekên Îranê asteng kirin
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya çapemeniya Iraqê ku li ser çavkaniyên ewlehiyê hatine weşandin, sîstemên berevaniyê yên Amerîkayê yên li baregeha Eyn Esed, moşekên Îranê yên ku ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin rawestandin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku sîstemên berevaniya asmanî yên Amerîkayê yên çalak li binkeya Eyn Esed moşekên Îranê dema ku ji esmanê Iraqê derbasî parêzgeha Enbarê li rojavaya wî welatî dibûn, girtin.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku baregeha Eyn El-Esed bi moşekekê ji devereke nêzîk li Enbarê hatiye avêtin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku piştî êrişa moşekî ya Îranê bo ser deverên berfireh ên Îsraîlê, Balyozxaneya Amerîkayê sîrena xwe lêxist û peyamên hişyariyê ji karmendên xwe re şand ku hişyar bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin