Sîsî: Em kasî serê bi Îsraîlê re tên kirin!

18 cotmeh 2023 15:30
Sîsî: Em kasî serê bi Îsraîlê re tên kirin!

PeyamaKurd- Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, di derbarê şerê navbera Îsraîl û Hamasê ku li Xezayê tê kirin de axivî û amaje kir ku bi daxwaza koçberkirina xelkê li Xezayê, Misir kaşî şerê bi Îsraîlê re tê kirin.

Ebdulfetah Sîsî, li ser fikir û daxwazên koçberkirina Filistîniyan a ji bo Sînayê daxuyanî da û got ku

"Fikira koçberkirina Filistîniyan a ji bo Sînayê, tê wateya ku Misirê bikişînin nav şerê li dijî Îsraîlê. Koçberkirina Filistîniyan, tê wateya bidawîbûna çareseriya dudewletbûnê. Em tasfiyekirina doza Filistînê qebûl nakin."