Sirri Sakik bo Erkan Baş: Nîşaneyeke din a zîhniyeteke cudakar e
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, bertek nîşanî Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş da, ku diyar kiribû ku ew "dê piştgiriya namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî kurdî be nekin."
RûpelNews - Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş got ku eger DEM Partî namzedek serokomariyê ku zimanê wî yê zikmakî kurdî be pêşniyar bike, dibe ku ew nikaribin li ser namzedekî hevpar li hev bikin.
Di axaftina xwe ya ji bo T24 re, Baş li ser pirsa, "Gelo ji bo we mimkun e ku hûn careke din bi DEM Partiyê re hevbendiyekê ava bikin?" wiha bersiv da:
"Hilbijartina DEM Partiyê dê çi be? Wek mînak, ez dikarim daxwaza wan fêm bikim. Dibe ku ew bixwazin namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî kurdî be, derxin pêş. Dibe ku em li ser vê yekê li hev nekin. Ev mijar tên nîqaşkirin. Lê ji perspektîfa TÎPê, bila ez vê bibêjim: Em amadekariyan dikin û vê îhtimalê li ber çavan digirin ku em bi serê xwe û bi namzedên xwe bikevin hilbijartinê."
Sirri Sakik bertek nîşan da
Parlamenterê DEMê yê Agiriyê Sirri Sakik, bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniya jêrîn da:
"Her çiqas divê şiyana axaftina bi kurdî ligel tirkî ji bo berbijêrên serokatiyê pîvanek be jî, gotina 'Ez dê piştgiriya berbijêrekî ku zimanê wî yê zikmakî kurdî ye nekim' tenê îfadeyeke din a zîhniyeta cudakar e ku em bi dehsalan e li dijî wê têdikoşin. Pîvaneke wiha ne ji kesên ku xwe wek çepgir didin nasîn tê payîn, lê belê ji siyaseta neteweperest û nijadperest.
Tişta ku hê zêdetir cihê fikarê ye ew e ku ev gotin ji aliyê serokê partiyeke ku bi rêya hevbendiyekê bi DEM Partiyê re ketiye Parlementoyê, hatine gotin."
