Sirri Sakik: Mele Mistafa mîrateke bi rûmet ji me re hişt
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, di salvegera koça dawî ya nemir Mele Mistafa Barzanî de, ew bi bîr anî.
RûpelNews - Îro 47emîn salvegera koça dawî ya nemir Mele Mistafa Barzanî ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de got, "Îro salvegera wefata yek ji pêşengên mezin ên kurdan Mela Mistefa Barzanî ye. Wî rêwîtiya ku jiyaneke tijî li çiyayan, li sirgûnê, bi berxwedanê derbas kir. Weke Qazî Mihemed, Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Sadiq Şerefkendî mîrateke bi rûmet ji me re hişt."
Sakik gotinên xwe wiha domand:
"Em zarokên gelekî ne ku di sedsala borî de ji wan re dihat gotin ku ew dê nemînin. Digel ku dijminên wî gelî di tariya dîrokê de winda bûne, hilma gelê kurd îro bihêztir, birêxistintir û bi biryardartir e.
Ev rêwîtî bi dawî nebûye.
Vî gelî xwe neçemandiye û dê xwe neçemîne."
Rêberê tevgera azadîxwaz e kurd
Mela Mistefa Barzanî yek ji rêberê tevgera azadîxwaz e kurd e. Mele Mistafa Barzanî di 1903an de hat dinê û bû sembola têkoşîna mafên siyasî yên miletê kurd. Piraniya jiyana xwe li sirgûnê û bi têkoşînê derbas kir.
Di damezrandin pêvajoya Komara Kurdistanê de de rolekî aktîf girt. Mele Mistafa Barzanî di 1979an de koça dawî kir û îro jî di tevgera siyasî ya kurd de wek referansek dîrokî ya girîng tê bîranîn.
