Sîrketa Johnson & Johnson, seredana Ajansa Derman ya Awrûpayê kir
PeyamaKurd – Şîrketa Johnson & Johnson, aşiya Kovid-19 ê ya bipêş xistiye, bo îzna wê ya bikaranîna di Yekîtiya Awrûpa de bikarbînin, seredana îznê bo Ajansa Derman ya Awrûpayê (EMA) kir. Her weha EMA jî ragihand ku şaxa şîrketê ya bi navê Janssen-Cilag International N.V. seredan kiriya da aşiya bi navê "KOVID-19 Vaccine Janssen" îznê bistîne.
EMA got ku bo aşiyê li dokumantan lênêrînekî kirine û dê heya nîvê meha adarê biryarê bidin. Lê balkêşe ku aşiya Johnson and Johnsonê di yek carekî de tê bikaranîn ne bo du carêye.
Berê hatibû ragihandin ku aşiya şîrketa navborî li hemberê Kovid-19 ê %66 serkeftiye. Peymana Yekîtiya Awrûpayê bi şîrketa Johnson and Johnson re bo 400 mîlyon doz hatiye îmzekirin.
Seredana Johnson and Johnson bo EMA yê seredana çareme. Berya wê, seredana şîrketên BioNTech-Pfizer, Moderna û AstraZeneca yê hebûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin