Yekîtiya Awrûpayê îzna derziya Johnson & Johnsonê da
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê derziya ajansa Johnson & Johnsonê bipêş xistiye, da. Berê jî derziya heman ajansê bi rêya rêxistina EMA yê bo Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê hatibû pêşniyaz kirin. Endama Komîsyona Awrûpayê ya ji tenduristiyê berpirs Stella Kyriakides, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku derziya ji aliyê ajansa Johnson & Johnson a Amerîkayê de hatiye hilberîn, bo di bazara Awrûpa de bê bazarkirin, bo wê şertan danîne û eger wan şertan bîne cîh dikare derziya xwe bifroşe bazara Awrûpayê. Kyriakides got ku li Awrûpayê îzna 4 şîrketan heya niha hatiye dayîn û weha got:
“Bo teslîma derziyan bê problem were cîh, em ê bi şîrketê re bixebitin.”
YA yê berê îzna derziyên şîrketên bi navên BioNTech-Pfizer, Moderna û AstraZenecayê dabû.
Derziya şîrketa Johnson and Johnsonê di yek dozekî de tê kirin û bandora wê li dora %67 e. Derzî heya 3 mehan dikarin di dolaba qeşemê de biparêzin.
Yekîtiya Awrûpayê heya niha bi gelek şîrketan re peymana kiriye û rêheja dozên wan wehane:
Bi BioNTech-Pfizerê re 600 milyon doz, bi AstraZenecayê re 400 milyon, bi Sanofi-GSK ê re 300 milyon, bi Johnson and Johnson ê re 400 milyon, bi CureVac ê re 405 milyon, bi Moderna yê re 460 milyon doz.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin