Sîrketa Ford ê plan dike ku di salê de 2 mîlyon erebeyên bi elektrîkê hilberîne

03 adar 2022 05:13
Sîrketa Ford ê plan dike ku di salê de 2 mîlyon erebeyên bi elektrîkê hilberîne

PeyamaKurd – Şîrketa mezin Ford a Amerîkayê ragihand ku plan kiriye heya sala 2026 an ji 2 mîlyonan zêdetir erebeyên elektronîkî hilberîne. Li gor ragihandina Fordê ew lezê dane hilberîna elektronîkî.

Ford dixwaze berya bikeve bin barê faîza %10 ê, amortisman û kara berya bacê da karekî zêdetir bi dest bixe. Ford got ku ji bo hilberîna xwe bilez bike, karên xwe kirine du beş: “Ford Model” û “erebeyên adetî”. Karê “Erebeyên adetî” wê ji aliyê beşa "Ford Blue" de bê meşandin.