Hîndistan plan dike ku di 5 salên pês de 50 peykan bisîne fezayê
PeyamaKurd – Welatê Hîndistanê plan dike ku di 5 salên pêş de 50 peykan bişîne fezayê û serweriya xwe ya div ê qadê de zêdetir bike.
Hîndistan di warê hewagerî û fezageriyê de xebatên xwe didomîne lê hêj di vî warî de li gorî welatên wekî Amerîkayê li paş e.
Li gorî raporta ku bo parlementoyê jî hat pêşkêşkirin, di sala 2018an de Amerîkayê 13 caran zêdetirî Hîndistanê pere bo xebatên fezayê terxan kir.
Rêxistina Lêkolînên Hewageriyê ya Hîndistanê (ISRO) plan dike ku di nava 5 salên pêş de 50 peykan bişîne fezayê û bandora xwe ya di vî warî de xurttir bike.
Çînê jî di sala 2018an de 7 caran Zêdetirî Hîndistanê pere bo kar û barên fezageriyê xerc kirin.
Welatên ku sektora fezageriyê domîne dikin Amerîka, Rûsya û Çîn e.
Heya sala 2018an Amerîkayê 20, Rûsayê 31 û Çînê 39 peyk şandibûne fezayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin