Sirbistan | Ji bo candayiyên qezaya trênê mesa bêdeng hat lidarxistin

01 adar 2025 18:58
Sirbistan | Ji bo candayiyên qezaya trênê mesa bêdeng hat lidarxistin

PeyamaKurd –  Hat ragihandin ku bi hezaran kes îro Şemiyê li bajarê Nişê yê Sirbistanê 15 deqeyan meşeke bêdeng li dar xist ji bo bîranîna 15 kesên ku di qezaya banê stasyona trenê ya li Novî Sadê de can dabû.

Ev bûyer ku bi gendeliya di bin desthilatdariya Serok Aleksandar Vučić de tê têkildarkirin, bû sedema xwenîşandanên girseyî. 

Xwendekar, mamoste, cotkar û karker tevlî protestoyan bûn, ku di Kanûnê de bi blokekirina dersan li zanîngehan dest pê kir.

Hikûmetê kampanyayek li dijî gendeliyê ragihand lê îdia red kirin. Serokwezîr Milos Vučević û du wezîran îstifa kirin, dozgeriyê lêpirsîneke li dijî 13 kesan vekir. Lê tê gotin ku xwendekar nerazîbûna xwe didomînin.