Sine | Nêzî mehekê ye ku agahî ji kurdekî nayê wergirtin ku rejîma Îranê ew girtiye

05 mijdar 2024 16:02
Sine | Nêzî mehekê ye ku agahî ji kurdekî nayê wergirtin ku rejîma Îranê ew girtiye

PeyamaKurd – Ezzatullah Zeynalpûrê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sineyê ve hatiye girtin û neqlî devereke nediyar hatiye kirin, piştî derbasbûna mehekê ya di ser girtina xwe re jî tu agahî jê nayê wergirtin.  

Li gor raporta ku gihîştiye Saziya Mafên Mirov ya Hengawê,  (6ê mijdara 2024an)  Ezzatullah Zeynalpûrê ku kurdê xelkê bajarê Sineyê ye, piştî vegera xwe ya ji bajarê başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatiye girtin û birine cihekî nediyar.

Li gor zanyariyên agahdar, tevî ku malbata wî hewl daye agahiyekê jê wergire jî heta niha hewldanên wê bêencam mane û saziyên ewlehiyê jî red kiriye ku di heqê aqûbeta wî de bersiveke zelal bidin.

Saziya Mafên Mirov a Rojhilatê Kurdistanê Hengaw radigîne ku heta dema nivîsandina vê raporta xwe jî, agahiyên berfireh derbarê sedemên girtin, tawan, cih û aqûbeta vî kurdê girtî li ber destên wan nînin.