Silêmanî | Serokên nû yên Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê hatin destnîsan kirin
PeyamaKurd - Serokê nû yê dezgeha Zanyarî ya encumena asayişa Herêma Kurdistanê û Dije Terora Silêmaniyê hatin destnîşankirin.
Medyaya fermî ya YNKê ragihand ku îro li Silêmaniyê di civînekê de cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî serokê nû yê dezgeha Zanyarî ya encumena asayişa Kurdistanê destnîşan kir. Herwiha Berpirsê Dezgeha Dije Terorê jî hat nasandin û dest bi karê xwe kir.
Di merasîmekê de, serokê nû yê Zanyarî bû Ejî Emîn û berpirsê Dije Terora Silêmaniyê jî Wehab Helebceyî hat nasandin.
Qubad Talebanî daxwaz ji hêz û dezgehên ewlehiyê kir ku nabe bi ti awayî destwerdanê di karûbarên siyasî de bikin ji ber ku erka wan tenê parastina ewlehî û aramiyê ye.
Di civînê de wezîrê Pêşmerge, serokê dezgeha asayişa Kurdistanê, wekîlê wezîrê navxwe, berpirsê asayişa Silêmaniyê, berpirsê polîsê Silêmaniyê û fermandeyê hêza parastina Silêmaniyê jî beşdar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin