Dije Terora Kurdistanê zanyarî li ser mosekên li navçeya Hewlêrê ketin belav kir

07 nîsan 2022 12:35
Dije Terora Kurdistanê zanyarî li ser mosekên li navçeya Hewlêrê ketin belav kir

PeyamaKurd  Dije Terora Kurdistanê li ser her sê moşekên do bi şev li Hewlêrê, di navbera Kewirgosk û nahiya Rizgarî de ketin xwarê zanyarî belav kir.

Dije Terora Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî yê fermî diyar kir, 3 moşek li derdora durêya Hemdaniye ya li eniya Xazirê ve ber bi bajarê Hewlêrê ve hatine avêtin.

Herwiha li gor zanyariyên berdest, ew moşek nêzîkî nahyeya Kewirgosk û Zê yê mezin û nêzîk parzûngeha Neftê ketine, lê ti ziyanekî canî û madî li dû xwe neaniye.