Silêmanî | Bi roketê çûbû nêçîra masiyan, pistî belavbûna dîmenê bi 5 salan hat girtin

12 hezîran 2022 23:22
Silêmanî | Bi roketê çûbû nêçîra masiyan, pistî belavbûna dîmenê bi 5 salan hat girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê kesek bi roketavêja B-7 li navçeya Çemçemal çûbû nêçîra masiyan ku piştî dîmenên wî li ser medya civakî belav bûn hêzên polîsên Silêmaniyê ketin tevgerê.

Piştî ku dîmenên kesê bi roketavêja B-7 li çemê Avespî (Ava Spî) li sînorê navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ku qaxo nêçîra masiyan dike hatin belavkirin, polîsê Çemçemalê ketin tevgerê û ew kes girtin.

Rêveberê Polîsê Çemçemalê Mihemed Ebdî îro Yekşembê da xuyakirin, “Kesê ku di dîmenan de derdikeve û bi RPG nêçîra masiyan dike, piştî lêkolînê hat destnîşankirin û ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.”

Herwiha Mihemed Ebdî got, “Ev dîmen ku hatine belavkirin kevn in û yên sala 2017ê ne û wî kesî di sala 2020an de li facebooka xwe belav kiriye, lê weke xuya dike di van çend rojên dawî de ecibandina wê postê zêde bûye û bêhtir ketiye ber çavên xelkê, lewra jî deng vedaye.”

Rêveberê Polîsê Çemçemalê li ser lêpirsîna bi wî kesî re jî diyar kir, “Duh li ser fermana min ew kes hat desteserkirin û ji bo dema 3 rojan desteserkirî dibe û paşê dê lêpirsîn pê re bê kirin.”