Qedexeya nêçîra masiyan îro destpê dike
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, îro roja Duşemê 15.03.2021ê nêçîrvaniya mahsiyan ji bo çend mehan tê qedexekirin. Herwiha polîsê Daristan û Jîngehê, rêgiriyên yasayî derbarê wan kesan pabendî biryaran nabin distîne.
Berdevkê Polîsê Daristan û Jîngehê yê Raperînê Bêstun Ezîz diyar kir, hemwelatî û nêçîrvanên mahsiyan, li sînorê îdareya Raperînê hatine agahdarkirin ku ji sibehê, ji roja Duşemê 15.03.2021ê qedexeya nêçîrkirina masiyan destpê dike wê heta 14.06.2021ê wê beredewam bike.
Bêstûn Ezîz destnîşan kir, di wê heyamê de daxwaz ji hemû hemwelatiyan kiriye ji Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê re bibin alîkar û pabendî biryaran bin. Bêstûn Ezîz aşkere jî kiriye divê ew kesên pabendî biryaran nebin wê werin cezakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin