Kurdistan | Qedexeya girtina masiyan 15ê Adarê dest pê dike

09 adar 2021 00:25
Kurdistan | Qedexeya girtina masiyan 15ê Adarê dest pê dike

PeyamaKurd - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber hatina werza berdana hêkan, ji hefteya bê ve girtina masiyan tê qedexekirin û qedexe heta 14ê Hezîranê didome.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên avê, Husên Heme Kerîm ji medya Kurdistanê re ragihand, ji bo parastina samana masî û hatina wextê berdana hêkan, ji hefteya bê de ango ji roja 15 Adarê ve girtina masiyan li Kurdistanê tê qedexekirin û wê ev rewş heta roja 14ê Hezîranê bidome.

Berdevkê polîsê daristan û jîngeha parêzgeha Silêmaniyê, Hêmin Kemerxan jî da xuyakirin ku wan xwe ji bo bicihanîna wê biryara hikûmetê amade kiriye û kî biryara qedexeya girtina masiyan binpê bike wê bê cezakirin.