Silêmanî | 7 kes ji ber vîzeya sexte ya Schengen hatin girtin

20 berfanbar 2021 15:22
Silêmanî | 7 kes ji ber vîzeya sexte ya Schengen hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li balafirgeha Silêmaniyê 7 kes ji ber bikaranîna vîzeya saxte hatine girtin.

Rêveberiya balafirxaneya Silêmaniyê ragihand, îro 20ê Kanûna 2021ê danê sibê li balafirgeha Silêmaniyê 7 kesên ku vîzeya sexte ya Schengen dabîn kiribûn û dixwestin biçin Almanya, hatin girtin.

Hat diyarkirin ku dema wan kesan dixwest li balafira ku ji Silêmaniyê diçû Beyrûd a Lubnanê siwar bibin hatine girtin.

Di nav kesên ku hatine girtin de, li ser 5 kesan pasporta Iraqê û li ser du kesan jî pasporta Îranê hebû.