Krîza randevûya vîzeya Schengen: Bi hesabên sexte randevû tên bidestxistin
Pirsgirêka randevûyê ya kesên ku li vîzeya Schengen digerin berdewam dike. İ gorî hin îdiayan randevû li bazara reş bi bihayên bilind tên firotin. Tê ragihandin ku randevû, ku qaşo bi rêya hesabên sexte hatine bidestxistin, di navbera 300 û 500 euroyan de tên firotin û ev hejmar di rewşên lezgîn de digihîje heta hezar euroyan jî.
RûpelNews - Demên bendewariyê yên dirêj û zehmetiyên di peydakirina randevûyan de ji bo serlêdanên vîzeya Schengenê, bandora xwe li ser welatiyên Tirkiyê didomînin. Li gorî daneyên Komîsyona Ewropayê, di sala 2025an de ji bo herêma Schengenê milyonek û 934 hezar 106 serlêdan hatin kirin, û Tirkiye bi milyonek 268 hezar 376 serlêdanan piştî Çînê di rêza duyemîn de cih girt. Rêjeya redkirina serlêdanên ji Tirkiyeyê ji sedî 14.6 bû.
Kêmbûna serlêdanan ji bo Îtalya û Fransayê
Serokê TURSABê Fîrûz Baglikaya amaje bi kêmbûna serlêdanan ji bo welatên bi daxwaziya bilind, wekî Îtalya û Fransayê, kir. Li gorî daneyan, serlêdanên ji bo Îtalyayê ji sedî 32.3 kêm bûn, yên ji bo Fransayê bi qasî ji sedî 6 kêm bûn.
Baglikaya diyar kir ku gelek kes ji ber pirsgirêkên di sîstema randevûyê de nekarîn serlêdanê bikin û hejmarên weşandî wan kesên ku nekarîn randevûyekê peyda bikin, li xwe nagirin. Wî her wiha tekez kir ku kêmkirina kûotayên vîzeyê bandoreke neyînî li ser qebareya karsaziya ajansên geştê kiriye.
