Şikefta Oylatê ya 3 milyon salî havînê hênik e zivistanê germ e
Şikefta Oylatê ya li Bursayê ku dîroka wê digihije beriya 3 milyon salî bi heybeta xwe û bi hênikxahiya xwe her sal bi taybet demsala havînê mazûbantiya bi milyonan geştyaran dike.
RûpelNews - Li gorî ragihandina rojnamevan Emrah Çaçan taybet bo RûpelNewsê, Şikefta Oylatê ku şikefta duyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê ye ku û dirêjahiya wê 750 metre ye bala bi hezaran geştyaran dikşîne.
Taybetmendiya herî mezin a şikeftê ew e ku pileya germahiya hundirê wê her demsal di navbera 15 û 18 pileyî de wek sabît dimîne. Kesên ji germa havînê aciz in diçin şikeftê xwe hênik dikin, zivistanê jî heman şikeft bi germahiya xwe mêvanên xwe germ dike.
Şikefta ku li navçeya Înegola Bursayê cîh digire, bi avahiya xwe ya xwezayî û atmosfera xwe ya balkêş demeke xweş pêşkêşî ziyaretvanan dike. Ev şikeft bi dîmenên xwe yên ciyawaz bala wênegiran jî dikşîne.
Digel ku rayedar bang li ziyaretvanên herêmê dikin ku pêdiviya parastina pêkhatên xwezayî li ber çavan bigirin, ew di heman demê de tekezî li ser girîngiya pabendbûna bi rêzikên serdanê dikin da ku Şikefta Oylatê ji bo nifşên paşerojê were parastin.
