Malbata ku dixwest zaroka xwe ya 5 salî bi 10 milyon dînaran bifirose hat girtin

04 rêbendan 2021 04:06
Malbata ku dixwest zaroka xwe ya 5 salî bi 10 milyon dînaran bifirose hat girtin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandiye ku wan jin û mêrek desteser kiriye ku dixwestin zaroka xwe bifiroşin.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê hatiye ragihandin ku dohî 2yê Çileyê li Bexdayê jin û mêrek hatin girtin ku dixwestin kurê xwe yê 5 salî bi 10 milyon dînaran bifroşin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ew malbata Iraqî ji aliyê tîmeke îstixbaratê ve hatiye girtin.

Li ser sedema ku ew malbat ji bo çi xwestiye zaroka xwe bifiroşe ti agahî nehatin belavkirin.