Seydayê Tîrêj di 18emîn salvegera wefata xwe de tê bibîranîn
PeyamaKurd – Helbestvan û alimê Kurd ê niştîmanperwer Seydayê Tîrêj 23yê Adara 2002yan di 79 saliya xwe de koça dawî kir. Îro 18emîn salvegera koça dawî ya Seydayê Tîrêj e.
Mele Nayîf Heso ku bi navê “Seydayê Tîrêj” tê naskirin, sala 1923an li gundê Necmûk ê girêdayî Qamişlo ji dayîk bûye.
Di sala 1937an de berê xwe dide bajarê Amûdê da ku xwendina xwe temam bike û li wê derê 5 salan dixwîne.
Wê demê Seydayê Tîrêj gelek wêjevan, rewşenbîr û helbestvanên Kurd ên dema xwe wekî; Cîgerxwîn, Nûredîn Zaza, Hesen Heşyar, Qedrî Can û hwd.. nas kir û bi wan bandor bû. Ji wê demê ve jî dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kir.
Di sala 1952an de hêzên ewlehiya rejîma Baasê Seyda digirin û komhelbesteke wî desteser dikin. Ji ber vê yekê jî gelek helbestên wî yên wê demê wenda bûne.
Seydayê Tîrêj di nivîsandina helbeseta bi qafiye de ku hemû mijarên civakî, dozên neteweyî, niştîmanî, her wiha evînî û xwazaya Kurdistanê şîrove dike, rêya hevalê xwe Cîgerxwîn şopand.
Helbestvan Seydayê Tîrêj di jiyana xwe de bi sedan helbest nivîsandin û di 3 komhelbestên bi navên “Xelat, Zozan, û Cûdî” de hatine komkirin. di wan de hezkirina xwe ji Kurdistanê re reva dike, Ji ber ku her komhelbestek li ser navê çiyayekî Kurdistanê ye. Herwiha gelek hunermendên Kurd helbestên Tîrêj strane.
Hin destanên Kurdî kirine beytên helbestan, wekî destana “Siyabend û Xecê” ku kir 335 beytên helbestan û romana Sîpan û Perwînê di 400 beytên helbestan de kom kir.
Seydayê Tîrêj belgeya jidayîkbûna pêxember ji bo Kurdî werger kiriye û gelek helbestên din nivîsîne ku hê jî nehatine çapkirin.
Tîrêj di piraniya helbestên xwe de banga serhildanê û şikandina tirsê li ciwanên Kurd kiriye û helbestên li ser jinê jî nivîsîne.
Piştî ku pirtûkxaneya Kurdî bi helbest û berhemên xwe yên wêjeyî zengîn kir, Seydayê Tîrêj di 23ê Adara 2002an de di temenê 79 saliyê de, jiyana xwe ji dest da.
Seydayê Tîrêj pirtûkxaneya Kurdî bi sedan helbestan zengîn kir û mîrasekî çandî û wêjeyî li pey xwe hişt.
Bi helbest û berhemên xwe yên wêjeyî, Seydayê Tîrêj bû çavkaniyeke dewlemend ji bo xwendekarên wêjeya kurdî û nifşên nû.
Seydayê Tîrêj heta dawiya emrê xwe bi hest û dîtina Kurdistaneke azad jiya.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin