Sêwirmendê Trump: Hevalbendiya Amerîka ya bi HSDê re stratejîk e
PeyamaKurd - Endamê Encûmena Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê Donald Trump Gabriel Soma ragihand, “Amerîka stratejiya xwe li Sûriyê li ser esasê lawazkirina Rûsya û Îranê ava kiriye” û got, hevalbendiya Amerîka û Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) stratejîk e.
Gabriel Soma ku di heman demê de profesorê yasayên navdewletî bibîr xistiye ku Amerîka li Sûriyê stratejiya xwe li ser bingeha lawazkirina Rûsya û Îranê ava dike.
Soma gotiye, “Ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêka Sûriyê re, têkiliyên Rûsya jî bi hikumeta Şamê re ne baş in. Hebûna van hêzên biyanî li Sûriyê di dema niha de, biryara Encûmena Ewlehiyê ya bi jimar 2254an, bin pê dike.”
Li ser hebûna hêzên Amerîkî li herêmê Soma diyar dike, “Hebûna wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî tenê ji bo DAIŞê bû û aniha jî ew ji bo piştgiriyê bidin operasyonên li dijî çekdaran, li vir mane.”
Soma derbarê gefa berdewam a DAIŞê û hevkariya bi HSDê re jî dide xuyakirin; “Heta hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûrî bin, texmîn nakim wê zirar bigihê hevalbendên me. Hevalbendiya Amerîka û HSDê, hevalbendiyeke stratejîk e û ji bo tunekirina DAIŞê ye.”
Gabriel Soma balê dikişîne ser kêşeyên navbera Rûsya û Esed û dide zanîn, “Ligel Rûsya, ti deriyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Esed re tune ye, diyar e di navbera wan de gelek pirsgirêkên siyasî hene û Esed ji pêşniyarên Rûsya yên çareserkirina pirsgirêkên siyasî ne razî ye.”
Şêwirmendê Trump Gabriel Soma ji bo çareseriya krîza Sûriyê jî got, “Erka me çareserkirina pirsgirêkê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve li gorî biryara 2254an e û divê Rûsya dûrî Esed û Îranê be û Rûsya jî baş vê yekê dizane.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin