Berî hevdîtina Trump-Erdogan ji Amerîka daxuyaniya HSDê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê beriya hevdîtina îro ya Trump û Erdogan ragihand ku di civîna Wezîrên Derve yên Welatên nav Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, wê mijarên rêkarên Rûsya, Tirkiye û hikumeta Sûriyê li bakura rojhilatê Sûriyê û têkiliyên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re werin gotûbêj kirin.
Berpirsekî bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ku navê xwe eşkere nekiriye ji medya Amerîkî re ku sibe, Pêncşembê wezîr û nûnerên 35 welatên endamên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Waşingtonê dicivin û got, “Di wê civînê de behsa pêşhatên rewşa Sûriye û şerê terorê dê were kirin, nemaze jî pirsa êrîşên artêşa Tirkiye bi ser bakurê Sûriyê (Rojava) de.”
Wî rayedarî herwiha ragihandiye ku ti niyeteke wan nîne hevkariya ligel HSDê bidawî bînin û gotiye, di civînê de wê helwesta welatên Hevpeymanan a hevkariya ligel HSDê di şerê dijî DAIŞê de û pêngavên dahatî yên Amerîkayê li bakurê Sûriyê werin gotûbêj kirin.
Rayedarê Amerîkî da xuyakirin ku berî civîna berfireh a Hevpeymanîyê, civîneke din a biçûk jî tê sazkirin ku welatên Almanya, Brîtanya, Misir, Siûdî, Amerîka û Fransa beşdariya wê dikin ku mebest wergirtina nêrînên li ser destpêkirina proseya siyasî, rewşa ewlekariyê û leşkerî li Sûriyê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin