Sêwirmendê Asayîsa Amerîkayê bi berdevkê serokomarê Tirkiyê re axivî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 23yê Adarê pêwendiyeke telefonî di navbera Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re hat encamdan.
Li gorî daxuyaniya serokomariya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî de têkiliyên dualî yên herdu welatan di serî de, li ser mijarên Sûriye, Libya, Iraq û pirsên herêmê hatiye axaftin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku mijara S-400an û balafirên F-35 ên Amerîkayê ku Tirkiye ji wê bernameyê hatiye derxistin jî hatiye rojevê û ji bo çareseriyê girîngiya hewldanan hatiye bibîrxistin.
Li gorî daxuyaniya serokomariya Tirkiyê Kalin ji Sullivan daxwaz kiriye PYD/YPG/PKK jî di nav de têkoşîna dijî DAIŞ û FETOyê bê cûdahî bikin.
Hat eşkerekirin ku vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê ya dijî tundiya li hember jinan jî hatiye rojevê û aliyê tirk gotiye, ew dê di qada navdewletî de piştevaniya têkoşîna dijî tundiya jinan bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin