Sewirmenda Esad: Em ji bo parastina Kurdan amadene
PeyamaKurd- Di qonferanseka Moskova yê de Buseyna Şaban li ser planên Enqere yê ku dixwaze li bakurê Surîyê herêmên ewle ava bike çend agahîyên giring dan.
Şaban dibêje, Ev planên Tirkîye yê wek destavêtina axa Surîyeyê ye û Enqere dixwaze hin axa xwe zêdetir bike.
Erdogan jî ji nû ve xeyala avakirina dewleta Osmanî dike.
Lê ev armanca wan wê neçê serî û gelê li Surîyê wê axa xwe û dewleta xwe biparêze.
"Em ji bo parastina Kurdan amadene!" Li ser pirsan, piştî vekişîna Emerîka gelo wê dewleta Surîyê Kurdan biparêze?
Şaban wiha got: Kurd parçeyek ji gelên Surîyê ne.
Emerîka tenê hindiknetewa diparêze lê Kurd ji Surîyê ne û hikumeta Surîyê bêistisna wê hemû Surîyeyîyan biparêze.
Li ser pirseka ku hilbijartinên Surîye yê gelo wê zû werin çekirin jî Şaban wiha berdewam kir:
Heta niha ev mijar ji alîyê tu kesî ve nehatîye holê û hilbijartin wê di wextê xwe de yanî di sala 2021 ê de bên çêkirin.
'Her santimekê em dê ji nû ve bi dest biêxin. ' Buseyna Şaban di dawîyê de wisa got, Şam dixwaze her santima axa Surîyeyê ji nû ve bistîne.
Û ji bo Idlibê jî li Soçîyê li davbera serokên Rusî û Tirkîye yê û serokê Îranê de hevdîtin çêbûne û yên çê gav werin avêtin hatine gotubêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin