Rejîma Esad, sotemeniya 2 taxên Kurdan qut kir
PeyamaKurd- Rejima Beşar Esed, li navenda bajare Helebê, herikîna sotemeniye ya ber bi taxen Şêxmeqsut û Eşrefiyê yên Kurdan, qut kir.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin ragihandin, rejima Esad ji 26ê Mijdarê ve ketina mazotê ya ji bo taxên Şêxmeqsut û Eşrefiyê qedexe kiriye.
Hat diyarkirin ku ji ber qeyrana sotemeniyê, piraniya jeneratorên ku elektrîkê didin van taxan, bêbandor bûne.
Hêzên rejima Esad, di 7ê Nîsanê de taxên Şêxmeqsût û Eşrefiyeyê dorpêç kiribûn û beranberî vê yekê hêzên YPGê jî di 9ê Nîsanê de li parêzgeha Hesekê û navçeya Qamişloyê hêzên rejima Esad dorpêç kiribûn.
Her wiha Rêjîmê jî di dorpêça ku nêzî 10 rojan berdewam kir de rê li ketina alavên wekî sotemenî, ard, xwarin û dermanan ji bo taxan girtibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin