Şewateke dilsoj: 15 zarokan jiyana xwe ji dest dan

26 tebax 2026 11:37

Panzdeh zarokan di şewateke ku li beşa nûzayan a nexweşxaneyekê li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, derket de jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku tenê zarokek ji şewatê hatiye rizgarkirin.

Şewateke dilsoj: 15 zarokan jiyana xwe ji dest dan

RûpelNews - Li gorî nûçeyeke Geo News, şewat di saet 06.45an de li dema herêmî li beşa nûzayiyan a girêdayî Enstîtuya Zanistên Bijîşkî ya Pakistanê (PIMS) derket.

Hat ragihandin ku şewat piştî teqîna kompresora klîmayê dest pê kiriye. Ji 16 zarokên ku di dema şewatê de li beşê bûn, 15 ji wan jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hate rizgarkirin.

Tîmên agirkujî û rizgarkirinê şewat vemirandin. Hat ragihandin ku operasyonên sarkirinê li cihê bûyerê berdewam dikin.

Ji bo diyarkirina sedema tam a şewatê komîteyeke lêpirsînê hatiye avakirin. Rayedaran derbarê şert û mercên derdora derketina şewatê û tedbîrên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê lêpirsînek dane destpêkirin.