Sewata li Çewligê 5 roj in berdewam dike: Zêdetirî 25 hezar donim erd sewitî

30 hezîran 2021 00:00
Sewata li Çewligê 5 roj in berdewam dike: Zêdetirî 25 hezar donim erd sewitî

PeyamaKurd – Li ser şewata daristanên Dara Hênî (Genc) ya Çewligê 5 roj derbas bûn û hê jî agir nehatiye vemirandin û berbelav dibe.

Heta niha 25 hezar donim daristan şewitîye û bi hewlên dawî sedî heftê şewat hatiye kontrolkirin, lê hê jî bi temamî şewat nehatiye kontrolkirin.

Daristanên navçeya Sîwan, Çiyayê Spî û Sekamêrgê yên Dara Hênî ji 25ê Hezîranê ve dişewitin.

Parêzgariya Çewlîgê ragihandiye ku heta niha 25 hezar donim daristan şewitî ye û ziyaneke mezin çêbûye.

Şewata daristanê bandoreke zêde li jîngeha sedan cûre ajalan û bi dehan gundên derdorê dike ku heta niha bi hezaran teyr û ajalên nava daristanan jî telef bûne.

Gundî çend rojên bi destên xwe hewl dan pêşiya belavbûna şewate bigirin, lê şewat li erdeke fireh derketiye û hewla çend gundiyan têra vemirandinê nake.

Gundên Gaz, Kelaxsê, Siwaran û Xodanê di metirsiyê de ne û xelkê gelek gundan jî malên xwe vala kirine.

Ev çend roj in li ser medya civakî karvedaneke zêde ya hişyarkirinê bo vemirandina şewata li Çewligê çêbûye ku di torên medya civakî de ji ber derengmana kontrolkirina şewatê rexne û gazin têne kirin.