Serokwezîrê nû yê Pakistanê pistî sonda yasayî dest bi kar kir

12 nîsan 2022 21:47
Serokwezîrê nû yê Pakistanê pistî sonda yasayî dest bi kar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku piştî hilweşandina hikûmeta Îmran Xan bi dengdana parlamentoyê hat hilbijartin, îro 12ê Nîsanê li parlamentoya welatê xwe sonda yasayî xwar û wek serokwezîrê 23yemîn dest bi kar kir.

Serokwezîr Pakistanê Şahbaz Şerîf li ber Serokê Parlamentoya Pakistanê Sadiq Sancaranî sond xwar û dest bi kar bû.

Şahbaz Şerîf piştî sondxwarinê axaftinek kir û got, di dîroka Pakîstanê de yekem car pêşnûmeya bêbaweriyê ya li hember serokwezîrekî bi ser ketiye û diyar kir, “Qencî li ser xerabiyê bi ser ket.”

Şerîf di axaftina xwe de, bal kişand ser nakokiyên wan ên ligel Hindistanê jî û destê aştiyê dirêj kir.

Hêjayî gotinê ye, birayê mezin ê Şahbaz Şerîf, Nawaz Şerîf jî beriya niha 3 caran serokwezîrtiya Pakistanê kiribû û di sala 2017an de bi tawana gendeliyê ji kar hatibû dûrxistin.