Keça Kurd pistî sonda yasayî bi fermî bû parlamentera herî ciwan a Îzlandê
PeyamaKurd - Keça Kurd Lenya Rûn Taha Kerîm a 22 salî wek yekem Kurd bû endama Parlamentoya Îzlandê û roja 27ê Kanûna 2021ê sonda yasayî xwar.
Lenya Rûn Taha Kerîm di rêza sêyemîn a lîsteya Partiya Pirate ya herêma bakurê Reykjavika Paytxet de, mafê parlamenteriyê bi dest anîye.
Lenya Rûn Taha Kerîm ji dê û bavekî Kurd e û li bajarokê Kopavogur a Îzlandê ji dayik bûye û niha wek endama herî ciwan a Parlamentoya Îzlandê ye.
Lenya ji K24ê re gotiye: “Li Parlamentoyê ez ê ronahiyê bixim ser sîstema dadweriyê û dixwazim guhertinan di yasayên girêdayî pirsa destdirêjahiya seksî de bikim, ji bo ku qurbaniyên destdirêjahiya seksî hest bi selmetiyê bikin.”
Diya Lenya di 1996an de û bavê wê di 1993an de çûne Îzlandê. Malbata Lenyayê di sala 2013an de vegeriyabû Herêma Kurdistanê, lê piştî 3 salan careke din çûne Îzlandê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin