Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Tehranê ye

06 mijdar 2023 17:04
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Tehranê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Tehrana paytexta Îranê.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê da hat diyarkirin, Sûdanî di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî de îro çûye paytext Tehranê.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin piştî Îranê dê Sûdanî jî serdana welatên Kendavê bike.

Sûdanî piştî hevdîtina do ya li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re pêk hat. Piştî hevdîtinê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Êrîş û gefên komên çekdar ên li Iraqê li dijî Amerîkayê nayên qebûlkirin û ji bo parastina hemwelatiyên xwe hemû ji destê me bê em ê bikin.

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn ber bi xitimandinê ve dibe; Di dema ku piraniya welatên rojavayî piştgiriya xwe ji bo Îsraîlê diyar dikin, hin welatên herêmê di wê baweriyê de ne ku divê Hamas û Şerîda Xezzeyê bên parastin.

Ji aliyeke din ve hin komên çekdar li Iraq û navçeyê navendên Amerîkayê dikin armanc û gefa dersînorkirina wan dixwin.

Çavdêrên siyasî rewş bi xeter şirove kirin û kêşeya li Şerîda Xezzeyê kir mijara sereke ya gotûbêja serok û rêberan.