Serokwezîrê Iraqê: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li nêzîk çareser dibin

14 mijdar 2018 15:41
Serokwezîrê Iraqê: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li nêzîk çareser dibin

Peyamakurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku di demeke nêzîk de pirsgirêka hinardekirina petrolê ya navbera Bexda û Hewlêrê tê çareserkirin.

Serokwezîrê Iraqê piştî civîna wezîrên Iraqê di civîneke rojnamevanî de got, “Pêwendiyên me yên ligel Herêma Kurdistanê baş in. Di demeke nêzîk de em dê pirsgirêkên derbarê îxrackirina petrolê de çareser bikin.”

Ebdulmehdî li ser 8 wezîrên kabîneyê yên hîn nehatine destnîşankirin jî got, “Em ê li demeke nêzîk hejmara wezîrên kabîneyê zêde bikin.”