Serokwezîrê Iraqê bi hejmarek fermandarên leskerî serdana Enbarê kir
23 nîsan 2022 16:30
PeyamaKurd – Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî, bi cilên leşkerî ve serdana parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê kir.
Hêzên Iraqê îro 23.04.2022yê dest bicîhbicîhkirina qonaxa duyem a operasyona “Îradeya Polayî” ya dijî çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê li sînorê Enbarê kir.
Mistefa Kazimî bi hejmarek fermandarên leşkerî ji bo serpereştîkirina operasyonê gihîşt parêzgeha Enbarê.
Herwiha li gor daxuyaniyeke ofîsa ragihandina Serokwezîrê Iraqê, operasyon bi beşdariya fermandariya operasyonên Enbar, Cezîre û Kerbela, hêzên parastina sînor û milîsên Heşda Şeibî û bi piştevaniya hêzên esmaniya Iraqê ve destpê kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin