Serokwezîrê Hollandê û hevjîna wî dawî li jiyana xwe anîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Hollandê Dries van Agt û hevjîna wî Eugenie van Agt-Krekelberg, bi şêweya otenaziyê dawî li jiyana xwe anîn.
Dries van Agtê ku di navbera salên 1977 û 1982an de serokwezîriya Hollandê kiribû, li gel hevjîna xwe Eugenie van Agt-Krekelbergê, di kêliya dawî li jiyana xwe anînê de dest dan hev û xatir ji cîhanê xwastin. Dries van Agt û hevjîna wî Eugenie van Agt-Krekelbergst her du jî 93 salî bûn.
Agahiya dawîlêhanîna jiyana Dries van Agt û hevjîna wî Eugenie van Agt-Krekelbergst, ji aliyê The Rights Forum (Forûma Mafê Mirovan) ku ew damezrînerên wê bûn ve ji raya giştî re hate ragihandin.
Di daxuyaniya Foruma The Rightsê de hat ragihandin ku hevjînan roja Duşemê dawî li jiyana xwe anîne û wê li bajarê Nijmegenê, bi merasîmeke taybet bêne binaxkirin.
Di daxuyaniya Forûmê de wiha hat gotin: "Dries van Agt, bi hevjîna xwe ya hezkirî Eugenie van Agt-Krekelberg ku ji 70 salan zêdetir pê re jiya û herdem jê re digot 'Hevjiyana min' dest bi dest dawî li jiyana xwe anî."
Demek dirêj bû ku rewşa tendurustî ya Dries van Agt û hevjîna wî Eugenie van Agt-Krekelberg nebaş bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin