Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêsmerge li sengerên Mexmûrê kir

03 berfanbar 2021 21:01
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêsmerge li sengerên Mexmûrê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî êrîşa DAIŞê ya şeva borî, serdana hêzên Pêşmerge li sengerên Mexmûrê kir û bi fermandarên serbazî yên wê eniyê re civiya.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana diya şehîdên êrîşa şeva borî kir ya Serok Barzanî diya wan şehîdan bi “Şêrejin” bi nav kiribû.

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî li sengerên hêzên Pêşmerge, piştî wê yekê tê, ku şeva borî şekdarên DAIŞê êrîşî ser du gundên Mexmûrê kiribû û di encamê de 3 sivîl û 10 Pêşmerge şehîd bibûn.