Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro serdana Îmaratê dike
25 rêbendan 2022 13:29
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25/1/2022an, serdana Mîrnişîna Erebî (Îmarata Erebî) dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de, bi Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û Wezîrê Derve Şêx Ebdulla Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên pilebilind ên Îmaratê re dicive.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinên bi berpirsên bilind ên Îmaratê de, guftûgoyan derbarê guhertin û pêşhatên Iraq û navçeyê, derfetên pêşvebirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re û bihêzkirina hevahengî û hevkariyên di warên cuda de dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê dike
10 mjd 2024
Jiyan
Sanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
24 adr 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin