Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê pîrozbahî li Tîma Iraqê kir
20 rêbendan 2023 13:39
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo bidestxistina Kupaya Şampiyoniya Kendavê, bi peyamekê pîrozbahî li Tîma Iraqê û cemawera Iraqî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî do twîtekê ji bo bidestxistina Kupaya Şampiyoniya Kendav 25 belav kir û pîrozbahî arasteyî Tîma Iraqê û cemawera Iraqê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hêviya serkeftinê ji bo karwanê werzişê ji Iraqê re dixwazim.”
Do bi şev 19ê Çileya 2023an, li Yarîgeha Besrayê ya Navdewletî, Tîma Iraqê di lîstika dawî ya Kupaya Kendav 25ê de, bi encama 3 gol li hember 2 golên Tîma Umanê bi ser ket û cara çarem di dîrokê de bû şampiyona Kupaya Kendavê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir
06 mjd 2021
Kurdistan
Almanya derbarê Herêma Kurdistanê de biryarek nû da
05 sbt 2026
Jiyan
Encama hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya fermî hat ragihandin
17 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin