Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re hevtêgihîstinek îmze kir

29 adar 2022 14:31
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re hevtêgihîstinek îmze kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Dubayê di çarçoveya perawîza Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Nûneran a Îmaratê Mihemed Qerqawî re, hevtêgihîştinek îmze kir.

Li gor zanyariyan, hevtêgihîştina di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de, ji bo sûdwergirtin ji teknologî, şiyan û ezmûna Îmaratê ye.

Hat zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem a Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de, çend çalakiyan encam dide û beşdarî paneleke bi navê “Pêşeroja Enerjiyê û Qonaxên Piştî Neftê” dibe.

Herwiha biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê ya Siûdiyê Mîr Ebdulezîz Al Selman Al Siûd û Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl El Mazrouei re beşdarî panelekê bibe.