Serokwezîrê alman: Divê yekparçebûna axa Îranê were parastin
Serokwezîrê Alman Friedrich Merz diyar kir, "Şerê bêdawî ne di berjewendiya me de ye. Heman tişt ji bo hilweşîna avahiya dewleta Îranê an jî şerên wekaletê yên li ser axa Îranê jî derbasdar e."
RûpelNews - Merz got ku hikûmeta almanî bi armancên Amerîka û Îsraîlê re hevpar e û got gelê Îranê jî xwedî maf e ku bi azadî çarenûsa xwe diyar bike.
Lêbelê, Merz tekez kir ku her ku pevçûn dirêjtir û zêdetir bibe, metirsî dê mezintir bibin û destnîşan kir ku ev rîsk ewlehiya Îsraîlê û tevahiya herêma Kendavê û herwiha binesaziya dewletê û yekparçeyiya axa Îranê dixe xeterê.
Merz got, "Şerê bêdawî ne di berjewendiya me de ye. Heman tişt ji bo hilweşîna avahiya dewleta Îranê an jî şerên wekaletê yên li ser axa Îranê jî derbasdar e."
Hişyarî li ser koçberiyê
Merz hişyarî da ku senaryoyên wiha dikarin ji aliyê ewlehî, dabînkirina enerjiyê û koçberiyê ve ji bo Ewropayê bibin sedema encamên dûr û dirêj û got, "Ji ber vê yekê em bi hevkarên xwe re dixebitin da ku nêrîneke hevpar ji bo bidawîkirina van pevçûnan pêş bixin û beşdarî cîbicîkirina wê bibin."
Merz diyar kir ku divê armanc avakirina nîzameke aştiyê ya herêmî be ku ewlehî û hebûna hemû dewletan, di nav de Îsraîl û welatên Kendavê, garantî bike û divê piştî ku pevçûn bi dawî bûn, li herêmê pêvajoyeke siyasî were destpêkirin ji bo avakirina diyalog û baweriyê.
Giringîdana li ser yekparçeyiya axa Îranê
Merz diyar kir ku divê bernameya atomî ya leşkerî û bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê bi awayekî kontrolkirî bi dawî bibin û divê madeyên navokî yên Îranê nekevin destê aktorên ne-dewletî an welatên sêyemîn. Wî got, "Divê yekparçeyiya axa Îranê were parastin. Divê Îran nebe qada şerên wekaletê û divê dewleta Îranê fonksiyoneliya xwe biparêze."
Merz tekezî li ser pêwîstiya parastina nîzam û asayîşa giştî û xizmetên bingehîn li welêt kir û lê zêde kir, "Divê aboriya Îranê hilneweşe. Divê koçberiya bêkontrol ji Îranê were pêşîlêgirtin."
Serokwezîrê alman Merz diyar kir ku heke Îran van şertan bi cih bîne, dibe ku cezayên aborî werin rakirin û alîkarî were pêşkêşkirin.
