Ji Almanya bertekek tund bo Îranê: Divê bên darizandin!

09 berfanbar 2022 20:42
Ji Almanya bertekek tund bo Îranê: Divê bên darizandin!

PeyamaKurd – Serokomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier, derbarê tundûtujiya hêzên Îranê ya li hemberî xwepêşanderan de daxuyanî da û banga dadgehkirin û darizandina berpirsên tundûtujiya dijî xwepêşanderan kir.

Walter Steinmeier, li Koşka Bellevue pêşwazîya nûnerên civaka sivîl a Îranê kir û got; "Girîng e ku binpêkirinên mafên mirovan ên vê dawiyê yên li Îranê çêdibin, ji aliyê pisporan ve werin lêkolînkirin û berpirs di zûtirin demê de hesabê wê bidin.”

Herwiha Steinmeier, xwepêşanderên Îranê wekî kesên cesûr bi nav kir û got, wan ji cîhanê re nîşan daye ku hêvîyên azadiyê ti carî nayên tepeserkirin.

Steinmeier, piştevaniyeke xurt da daxwazên xwepêşanderên Îranê diyar kir, “Divê em dengê xwe li hemberî vê tundûtujiya dijî mirovatiyê ya rejîma Îranê bilindtir bikin.”

Li aliyê din Berdevka Hikûmeta Alman Christiane Hoffman, li Berlînê di civîneke rojnamevanî de, îdamkirina xwepêşanderekî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.