Serokwezîra Îtalyayê Zelenskiy vexwend Romayê!

28 berfanbar 2022 14:31
Serokwezîra Îtalyayê Zelenskiy vexwend Romayê!

PeyamaKurd Rêveberiya Îtalyayê ku ji şerê Ukraynayê alîkariya xwe ya leşkerî ji bo rêveberiya Kîevê ya dijî Rûsyayê didomîne, wexwendname ji Zelenskiy re şand. Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy vexwendiye Romayê, di heman demê de niyeta xwe ya çûyîna Kîevê anî ziman.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriya Îtalyayê de hat destnîşankirin ku Giorgia Meloni di warê siyasî, leşkerî, aborî, însanî û ji nû ve avakirina Ûkraynayê de piştgiriya temam a hikûmeta Îtalyayê ji Kîevê re dubare kir.

Serokwezîra Îtalyayê Meloni jî pabendbûna herî mezin a Îtalyayê ji bo her hewleke sûdmend ji bo gelê Ukraynayê ji bo bidestxistina aştiyeke adil dûpat kir.

Di daxuyaniya Serokwezîr de wiha hat gotin: "Serokwezîr niyeta xwe ya çûyîna Kîevê piştrast kir û Serokomar Zelensky vexwend serdana Romayê."