Îdia: Kiliçdaroglu dê li zindanê serdana Selahedîn Demîrtaş bike
Hate ragihandin ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, dê di rojên pêş de li Zindana Edîrneyê serdana siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş bike.
RûpelNews - Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonê de ji ber piştgiriya xwe ya ji bo dengdana 2016an a rakirina parêzbendiya parlamenteriyê hatibû rexnekirin. Dema ku di bernameyê de ji bo Kiliçdaroglu re hate gotin ku, ji ber piştgirya wî ya rakirina parêzbendiyan Selahedîn Demîrtaş hate zindanîkirin Kiliçdaroglu got, “Ez ne poşman im, Demîrtaş berê jî tometên ‘terorê’ rû bi rû manbû.”
Kiliçdaroglu piştrast kir ku wî dengê erê dabû ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriyê, û dema jê hat pirsîn ka gelo ew ji vê biryarê poşman e, wî bersiv da û gotibû "Na."
Necdet Saraç behsa serdanê kir
Necdet Saraç ê ku endamekî tîma xebatê ya nêzîk a Kiliçdaroglu tê zanîn, di hevpeyvînekê de ji televîzyonekê re got: "Di rojên pêş de, Birêz Kemal dê serdana Birêz Selahedîn Demîrtaş bike. Piştî serdana li Selahedîn Demîrtaş em ê hemû bi hev re li daxuyaniya Birêz Kemal guhdarî bikin."
Ew nêzîkî 10 sal in di girtîgehê de ye
Siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş, ku hevserokê berê yê HDPê bû, di 4ê Mijdara 2016an de hat binçavkirin, piştre bi biryara dadgehê hate zindanîkirin û bo Girtîgeha Edirneyê hat şandin. Demîrtaş ev nêzîkî 9 sal û 7 meh in di girtîgehê de ye. Biryara li dijî Demirtaş, ku di sala 2024an de di çarçoveya Doza Kobaniyê de 42 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lêbelê proseya dadgehkirinê berdewam dike.
Di biryareke Dadgeha Mezin a ku di sala 2020an de hat dayîn de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku girtina Demîrtaş bi mebesta siyasî ye û banga serbestberdana wî ya lezgîn kir. Lêbelê, Tirkiye diyar dike ku tevî biryara DMMEyê jî, Demirtaş ji ber lêpirsîn û dozên din ên cuda di girtîgehê de dimîne.
